Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Planên ku niha PDK bi cih tîne li dijî berjewendiyên kurdan e

Welatiyên navçeya Kifrî diyarkirin her şerek di nava kurdan de rû bide, ew şer dikeve di xizmeta dewletên dagirker de

Navenda Nûçeyan

Her wiha gotin, siyaseta şerxwaz a PDK’ê ya li dijî parçên din ên Kurdistanê pilanek ya dewleta tirk e, hewildaneke ji bo tinekirina kurda ye.

Nerazîbûnên li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê didomin, welatiyên bajaroka Kifrî ya Kelarê dan zanîn siyaseta şerxwaz a PDK’ê ji bo razîkirina dilê dewleta tirke. Welatiyan got divê Hikûmet, parlemento û gel li hemberî vê siyasetê xwedî helwest bin.

Welatiyê bi navê Rifet Ebdulmutelîb got: “Tevî aloziya ku li sinorê Dihokê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye derxistin, em dibînin ku PDK hewil dide hêzek wek hêza roj li sinorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî bicih bike. Yan jî daxwaza ji hêzên hevpeyman dike ku hêza xwe li devera sinor bicih bike. Li gorî me ev pilanek ya dewleta tirke ji bo li Rojavayê Kurdistanê tevliheviyê derxe.”

Welatiyê bi navê Dilniya Mehmud jî da zanîn siyaseta şerxwaz a ku PDK li dijî hêzek nîştimanî mîna PKK’ê dimeşîne, karekî ne rewaye û wiha domand; “PDK bi van hewildanên xwe pilanên dewleta tirk bicih tîne ku dewleta tirk hebûna kurd û Kurdistanê naxwaze. Ev siyaset jî li cem tevayî kurdan fikaran çêdike. Divê gelê kurd jî li hemberî vê siyaseta şerxwaz bêdeng û bêhelwest nemîne.”

Di dewamê de Dilniya Mehmud destnîşankir pilanên ku niha PDK bicih tîne li dijî berjewendiyên kurda ye û hewildaneke ji bo tinekirina destkeftên kurda ye.

Dilniya bang li hikûmet, parlemento û gelê Başûr kir li hemberî siyaseta şerxwaz a PDK’ê helwesta xwe nîşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar