Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Kedkar û xizmetkarê Heyva Sor Şêx Mûsa koça dawî kir

Rêveberê Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa, bi kedkariya xwe ya 27 salan dihate naskirin, îro li bajarê Bonnê yê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan

Ji avakarên Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa yê ji Efrînê, îro li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Şêx Mûsa 67 salî bû beriya mehekê ji ber vîrûsa koronayê rakiribûn nexweşxaneyê.Lê belê van çend rojên dawî rewşa wî ya tenduristiyê giran bû û îro dana nîvroyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Şêx Mûsa di nava gelê Kurd de bi taybetî xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê yekî naskirî bû.Kedkar û rêveberekî 27 salan ê Heyva Sor a Kurdistanê bû.Ji gelek kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê re pêşengî dikir.

Li kîjan devera Kurdistanê dema ku karesateke xwezayî bibûya, yan jî ji ber zext û zordariya dagirkeran li bajarekî Kurdistanê rewşeke tengav rû bida, Heyva Sor a Kurdistanê bi pêşengiya Şêx Mûsa destê alîkariyê dirêjî wan deveran dikir.

Bi vê armancê gelek caran çû Rojavayê Kurdistanê, bajarên Qamişlo, herêma Şehbayê, her wiha herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê û alîkarî gihand xelkê li wan herêman ên ji ber dagirkeriya dewleta tirk zerar dîtibûn.

Şêx Mûsa bi kedkariya xwe ya bêrawestan, bi xêrxwaziya xwe dihate naskirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar