Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li Kongoyê êrîş: Bi dehan sivîl hatin kuştin

Li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) di encama êrîşekê de bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan

Hate ragihandin ku li komuna Mwenda ya li herêma Nordê ya Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) êrîşeke hovane pêk hat û herî kêm 21 sivîl jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (Monusco) bîlançoya êrîşê ya destpêkê ye, lewma hejmara qurbaniyan dibe ku zêde bibe.

Ji rayedarên herêmî Donat Kîbwana bi daxuyaniyekê îdîa kir ku êrîş ji aliyê Tifaqa Hêzên Demokratîk (ADF) ve hatiye kirin ku li dijî hikûmetê şer dike. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zêdeyî deh kes birîndar bûne yan jî windane.

ADF ku bi komkujiya li Komara Kongo ya Demokratîk tê sûcdarkirin, weke komeke serhildêr tê naskirin ku ji aliyê misilmanên li Ûgandayê ve hatiye avakirin. Rêxistinê ji sala 1995’an ve li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk bi cih bûye û ji sala 2014’an ve jî tenê li herêma Benî di êrîşên vê rêxistinê de zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

ADF’ê herî dawî ji meha mijdarê û vir ve li bajarê Rwenzorî û derdora wê êrîşên xwe giran kiriye. Di êrîşên ku tê îdîakirin ji aliyê rêxistinê ve hatine kirin, tenê ji meha kanûnê ve 62 kesî jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar