Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Demokratan kursiyên herî krîtîk ên li Senatoyê bi dest xistin

Joe Bîden û rêveberiya wî, ku di hilbijartinên serokatiyê yên DYA'yê de bi ser ket, ji bo karibe li Senatoyê jî serdest be, di hilbijartinên Georgîayê de jî bi ser ket

Navenda Nûçeyan

Di hilbijartinên 3’ê mijdarê de, Partiya Demokrat a ku Joe Bîden namzetê wê bû, li Meclîsa Nûneran a ji 435 endamî, li gel ku kêm kir bi 222 kursiyan bi ser ket.

Ji bo Senatoyê jî ku kamera din a Konrgeya DYA’yê ye, beşek ji hilbijartinê hatibû kirin û di encamê de Demokratan 48 kursî, Komargeran jî 50 kursî wergirtibûn.

Lê belê di hilbijartinên Senatoyê de ji bo du kursiyên eyaleta Georgîayê, hilbijartin ji tûra duyemîn re ma. Di hilbijartinên 5’ê çileyê de misoger bû ku namzetên Demokrat bi ser ketine.

Li vê eyaletê ku bi kevneşopî di destê Komageran de bû, namzetên Demokrat surprîz kirine û her du kursî bi dest xistin. Ji namzetên Demokratan Rapahel Warnock ji sedî 50.8 ê dengan wergirt û bû yekemîn senatorê reş ê vê eyaletê.

Namzetê din Jon Ossoff jî bi rêjeya ji sedî 50.4 bi ser ket.

Li gorî vê encamê 100 kursiyên li Senatoyê wê nîvî bi nîvî di navbera Demokratan û Komargeran de bên parvekirin. Di vê rewşê de jî wê dengê Alîkara Serok Kamala Harrîs diyarker be. Ev yek jî wê destê Joe Bîden xurt bike ku karibe biryarên xwe hîn bi hêsanî bixe meriyetê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar