Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!

Polîsan destûr neda merasîma bîranîna Sakîne Cansiz pêk were û bi hinceta “OHAL û ewlehî” asteng kirin

Li paytexta Fransaya Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Gora Sakîne Cansiz li Dersimê ye. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Ayşe Acar Başaran, Semra Guzel û Remziye Tosûn,  aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên HDP’a Dersimê xwestin biçin ser gora Cansiz û wê bibîr bînin. Polîsan li ber goristanê HDP’yiyan asteng kir û bi hinceta “OHAL û ewlehiyê” destûr nedan merasîma bîranînê.

Polîsan got heta fermana duyem dê goristan ji serdanê re girtî bin. Li ser vê yekê parlamenter Meral Daniş Beştaş pirsa herî dawî gor kengê ji serdanê re hat girtin kir. Polîsan got nayê bîra me.

‘Tenê li Tirkiyê serdana goran tê astengkirin’

Parlamenter Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku serdana gora li tu kesî nayê astengkirin û wiha bertek nîşanî polîsan da: “Tenê ev astengkirina serdana goran li Tirkiyê pêk tê. Ev ne bi ehlaqî ne jî bi hiqûqî ye. Me dît ku îro li vir biryarek taybet hatiye girtin û serdan hatiye qedexekirin. Hûn jî di wê ferqê de ne ku xebatên me siyasî tên astengkirin. Lê belê hûn îro li vir xebatek me ya mirovî asteng dikin. Hûn jî dizanin ku li vir OHAL û pirsgirêka ewlehiyê nîne.”

Parlamenter û rêveberên HDP’ê li ser astengkirinê vegeriyan avahiya HDP’ê ya Dersimê û li vir bernameyê li dar xistin.DÊRSÎM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar