Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Pazar - 23 Şubat 2025

Polîs navê kesên ku diçin HDP’ê qeyd dikin

Hat diyarkirin ku midûriyeta polîsan a Amedê, navê kesên ku diçin avahiya HDP'ê ya Amedê qeyd dikin. Rêvebirê partiyê Mehmet Oner, diyar kir ku tiştên tên kirin ne hiqûqî ye

Piştî ku bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû di 3’yê îlona 2019’an de hin malbat li ber avahiya HDP’ê ya Amedê hatin rûniştandin, hema bibêje ber avahiya partiyê bûye qereqol. Kesên tên avahiya partiyê, polîs nasnameyên wan kontrol dikin. Car carinan jî HDP’î rastî êrîşên devkî û fizîkî yên kesên li ber avahiyê hatine rûniştandin tên û endamên partiyê tên binçavkirin. Hat diyarkirin ku demeke polîsên li ber avahiyê navê kesên tên partiyê qeyd dikin. Polîs ji kesan re dibêjin “biryara midûriyeta polîsan a Amedê ye” û navên wan qeyd dikin.

Rêvebirê HDP’a Amedê Parêzer Mehmet Oner, anî ziman ku her tim êrîş li ser partiya wan hene û malbatên li ber avahiyê hatine rûniştandin jî perçeyek vê konseptê ne. Oner, bal kişand ser êrîşên van kesên li ber avahiyê jî û anî ziman ku gelek caran serlêdan hatine kirin, lê belê dîsa jî tu tevdîr nehatine girtin. Oner got: “Gava êrîşê dibin ser endamên me û rêvebirên me, ên tên binçavkirin cardin rêvebir û endam in.”

Oner, destnîşan kir ku armanca vê yekê rawestandina kar û barên siyasî yên partiya wan e.  Oner, got  ku derbarê êrîşan de giliyê polîsan û van kesên li ber partiyê kirine, lê belê biryara neşopandinê hatiye dayîn. Oner got: “Kesên heya niha me giliyê wan kirine îfade jî nedane. Heya niha me li dor 10 caran gilî kirine.”

‘Ne hiqûqî ye’

Oner, destnîşan kir ku armanca sereke ya kesên li ber avahiya partiyê astengkirina çalakiyên HDP’ê ye û ev yek bi qesdî tê kirin. Oner, ji bo kontrolkirina nasnameyan ku polîs dikin jî anî ziman ku ji bo vê yekê biryara dadgehê divê hebe ,lê belê ev çend roj in piştî nasname tên kontrolkirin nav jî tên qeydkirin. Oner, destnîşan kir ku ev jî konsepteke nû ye û tiştên tên kirin ne tiştekî hiqûqî ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar