Navenda Nûçeyan
Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 44’emîn de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hatî destpêkirin jî di roja 23’yemîn de didome. Îro koma 12’yemîn çalakiyê dewr girtin. Merasîma dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê û Sêvê, Fatma û Pakîze yên li Silopiyê hatîn qetilkirin, dest pê kir.
Çalakvanên ku grevê dewr girtin derbarê armanc û girîngiya çalakiya xwe de axivîn.
Qutbedîn Korhan diyar kir ku dê çalakiya ku girtiyên zindanan dayî destpêkirin bilind bikin û heta ku azadiya Ocalan neyê mîsogerkirin dê çalakiyên xwe bidomînin.
Endama çapemeniyê Leyla Çelîk jî li ser girîngiya pêngava ku ji bo azadiya Ocalan hatî destpêkirin axivî û diyar kir ku armanca wan ne tenê rakirina tecrîdê, bi awayek fîzîkî azadiya Ocalan e û destnîşan kir ku pêwîst e ji bo vê yekê li her çar aliyê Kurdistanê çalakî bên bilindkirin.