Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Li Fransayê tundiya li djiî jinan zêde bû

Li Fransayê giliyên ji ber tundiya li nava malbatê û tundiya li ser jinan di sala 2020'î de hatin kirin, li gorî sala 2019'an bi rêjeya ji sedî 60'î zêde bûye

Li Fransayê, tundiya li nava malbatê û li dijî jinê gelekî zêde bûye.

Ji sedî 40 ê giliyê ji ber tundiyê hate kirin, di dema mayina li malê ya ji ber şewba vîrûsa koronayê de rû da.

Delegeya Wezîr a Welatîbûnê Marlene Schîappa diyar kir ku pêwendiya vê yekê bi krîza aborî û civakî ve heye.

Schîappa ragihand ku di dema duyemîn a pêkanîna mayina li malê de, êrîşên zayendperestî û zayendî ji sedî 60 zêde bûye.

Schîappa bi bîr xist ku dema duyemîn a pêkanîna mayina li malê li gorî ya destpêkê hîn bi hêsanî derbas bûye lê belê tevî vê yekê jî tundiya li nava malê û li dijî jinan zêde bûye û got ku ev yek rewşeke nakok e.

Li aliyê din, li Fransayê ji bo 111 jinên di sala 2020’î de hatin qetilkirin bîrdariyek hat danîn.

Bîrdarî ji aliyê Kolektîfa Kolaj a Femînîst ve hat lidarxistin û li ser bîrdariya li herêma 11’an a Parîsê hat danîn, navê 111 jinan bi tîpên reş hat nivîsandin. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar