Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Şêniyek Mexmûrê di girtîgeha PDK’ê de jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Metîn Dawud ku niştecihê wargeha penaberan a Mexmûrê bû, ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin. Metîn Dawud duh di girtîgeha PDK’ê de jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan

Ji 17’ê tîrmeha 2019’an ve çûyîn û hatina xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya ji bo bajar û bajarokên başûrê Kurdistanê tê asteng kirin. Ji wê rojê heya niha PDK nahêle nexweş jî di nav de bi sedan karker derbasî Hewlêr û bajarên din yên başûrê Kurdistanê bibe. Di pêvajoya rêgiriyê de gelek kesên ku li Hewlêrê ji bo debara xwe kar dikirin, ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin û hîn jî gelek kes di girtîghê dene.

Welatiyê bi navê Metîn Dawud (45) ku niştecihê wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bû, di girîgehek PDK’ê a li Hewlêrê de, jiyana xwe ji dest da.

Metîn Dawud ji bo debara malbata xwe li bajarê Hewlêrê kar dikir, Dawud di 7’ê Mijdara 2020’an de ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin û wî xistibûn girtîgehê.

Ji wê rojê ve asayîşê destûr ne dida ku malbat serdana Dawud bike û agahî jê werbigre. Tevî hemû hewldanan ji roja Metîn hatî girtin ve, ti agahiyek jê nedihat standin.

Herî dawî duh parêzerê Metîn diçe asayîşa Hewlêrê û li aqûbeta Metîn dipirse. Lê berpirsên asayîşê ji parêzer re dibêjin ‘Metîn ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest daye!’

Metîn Dawud di navbera salên 2009-2012’an de serokê BDP’a navçeya Ebexa Wanê bû. Lê piştre ji ber zilm û zordariya dewleta tirk neçar dimîne li gel malbata xwe koçî başûrê Kurdistanê bibe. Metîn li wargeha penaberan a Mexmûrê niştecih dibe. Ji roja ku metîn li Mexmurê niştecih bûyî ji bo debara malbata xwe karkeriyê dikir.

Metîn bavê 5 zarokan û şervanek ku di nava refên gerîlayên Tevgera Azadiyê de şehîd bûyî ye. Tê payîn cenazeyê Metîn ji bo bakurê Kurdistanê were şandin û li navçeya Ebexa Wanê were veşartin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar