Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin’

Nûnerê Komeleya Hêza Kedê ya Îzmîrê Şahîn Başaraner bal kişand ser pirsgirêkên ku karker di dema şewbê de rû bi rû mane û ji bo meaşê kêm jî destnîşan kir ku karker mehkûmî birçîbûnê hatine kirin

Li Tirkiyeyê meaşê kêm ê sala 2021’ê bû 2 hezar û 825 lîre û 90 qurîş. Nûnerê Komeleya Hêza Kedê ya Îzmîrê û Berdevkê Konseya Nûnertiya Karkeran Şahîn Başaraner destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 40’ê xebatkaran mehkûmî meaşê kêm hatine kirin.

Başaraner diyar kir ku li herêma Egeyê ji ber pandemiyê karker di fabrîkeyan de hatine hespkirin û li fabrîkeyên wekî Vestel û Lezîtayê karker tên xebitandin. Başaraner da zanîn ku karker ji tirsa dê ji kar bên avêtin doza heqê xwe nakin û wiha got: “Gelek kes betal maye. Mixabin karker jî xwe li bêdengiyê datînin. Di dema şewbê de sermaye û dewlet bêyî alîkariyeke civakî karkeran dişîne fabrîkeyan. Ev mekanîzmaya ku îdia dike dewleteke civakiî ye, tenê xizmeta zengînan û sermayedaran dike.”

 Meaşê kêm

Di axaftina xwe de Başaraner destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 40 xebatkaran mehkûmî meaşê kêm hatine kirin û got ku di hesêbkirina meaşê kêm de piranî xweyîkirineke karbonhîdratî pêşniyarî karkeran hatiye kirin û wiha domand: “Ên ku vê yekê hesab kirine, nehatiye bîra wan ku dê ev karker karibin goşt bixwin an na. Bi milyonan karkerên ku bi meaşê kêm dixebitin di xaniyê bikirê de ne. Ancax bi vî meaşî heqê ceryan, av, gaz û înternetê bidin. Ev meaş dê têra kîjan kedkarî bike?”

Başaraner anî ziman ku di dema şewbê de derxistina ji kar hatiye qedexekirin, lê belê patron xwe dispêrin valahiyên di Qanûna Bingehîn de û karkeran ji kar derdixin.

Rêxistinbûyîna karkeran

Her wiha Başaraner diyar kir ku ew bi hezaran karkeran re hevdîtin kirine û ji bo çareserkirina pirsgirêkên karî civîn çêkirine û da zanîn ku li Herêma Egeyê û Îzmîrê gelek fabrîke û tesîsên pîşesaziyê hene lê belê rêjeya kesên ku dibin endamê sendîkayê pir kêm e û axaftin xwe wiha bi dawî kir: “Di salên dawî de rêjeya rêxistinbûyînê zêde bû lê belê piştî ku patron bi vê hesiyan, karkeran ji kar derdixin. Lê dema gava karker bi bi hev re tevbigerin dê karibin mafên xwe bi dest bixin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar