Festîvala Karîkatur û Anîmasyonê ya Navneteweyî ya 2020’an li Hirvatîstanê bi encam bû. Di festîvala îsal de pandemiya coronayê wekî mijar hat diyarkirin. Ji 49 welatan karîkaturîst û pisporên anîmasyonên tevlî bûn.
Di nav 150 berheman de hat hilbijartin
Karîkaturîsta kurd Munîre Ehmedî jî bi berhemek li ser mijara pandemiyê tevlî festîvalê bû. Di encama nirxandina jurî ya festîvalê de berhema Ehmedî di nav 150 berhemande hêjayê xelata yekemîniyê hat dîtin. Ehmedî ku ji bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê ye, berê jî di festîvalên cuda de xelat girtibûn. MAHABAD