Di 26’ê Adarê de şandeya ku ji KCD, TJA,DBP û DEM Partiyê pêk dihat serdana Başûrê Kurdistanê kirin û bi sazî û dezgeyan re hevdîtin kirin. Şandeyê li bajarê Silemaniyê li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo bi sazî, rêxistin, rewşenbîr, nivîskar û gelek kesan re hevdîtin kir. Aktivîsta TJA’yê Adalet Fîdan û endama şandeyê tekildarî hevdîtinê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Adalet Fîdan diyar kir ku li ser daxwaza sazî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê serdana wan kir û anî ziman ku li ser pêvajoyê pirs pirsîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Adalet Kaya destnîşan kir ku piştgirî dan banga Rêber Apo û wiha axivî: “Diyarkirin ku bang ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ji bo tevahî Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Anîn ziman ku ev bang dê serkeftineke mezin û aştiyeke mayinde bîne û gotin ‘Pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê divê bê çareserkirin. Ji bo wê jî alaqayeke mezin dan me. Gotin ‘Li Bakurê Kurdistanê zêdetir feydaya bangê ji bo Başûrê Kurdistanê ye. Ji aliyê dewletê ve çi gav hatinê avetin? Wê gav bên avetin an na? û pêşniyarên xwe anîn ziman.”
Di berdewama axaftina xwe de Adalet Fîdan destnîşan kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê li ser Herêmên Parastina Medyayê fikarên saziyên Başûrê Kurdistanê hene û wiha dirêjî da axaftinê: “Der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Herêmên Parastina Medyayê ya Başûrê Kurdistanê de jî gumanên xwe anîn ziman. Ji raya giştî re jî hat parvekirin. Zêdetirî hezar carar herêmm bombe kirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî êrîş berdewam dikin. Wan jî anî ziman ku ew êrîş zerarê dide pêvajoyê û divê êrîş bên sekinandin. Dema êrîş neyê sekinandin agirbest û pêvajo dikeve xetereyê. Birêz Abdullah Ocalan jî diyar kiribû ku şert û merc bên avakirin. Ji bo şert û merc bên avakirin jî divê azadiya fizikî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bê û êrîş rawestin. Sazî û dezgehên ku em bi wan re axivîn jî ew tişt anîn ziman.”
Di dawiya axaftina xwe de Adalet Fîdan da zanîn ku serdanên wan ên Başûrê Kurdistanê dê bidomin û wiha domand: “Hevdîtinên me li Başûrê Kurdistanê wê berdewam bikin. Me li Silemaniyê hevdîtin kirin Lê plan heye ku li Hewlêr, Duhok û bajarên din jî hevdîtin bên kirin. Ji bo wê jî serdana şandeyên me li Başûrê Kurdistanê wê bidome û civîn û hevdîtin dê pêk bên. Yekitiya gelê Kurd û jinên Kurd ji bo me her tim pir girîng e. Ji bo yekitiya gelê Kurd jî xebatên cuda hene. Divê dewlet jî gavên şenber baveje û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bê. Divê jin, civan, gelê Kurd û kesên demokrat têkoşîna xwe xurtir bikin.”
Adalet Fîdan: Dê serdanên me yên li Başurê Kurdistanê bidomin