Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ahmed Huseyîn ji bo çalakvanên greva birçîbûnê helbest nivîsand

Nivîskar û helbestvanê girtî Ahmed Huseyîn ku ji doza PKK’ê 23 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Kandirayê dimîne, ji bo çalakvanên di greva birçîbûnê de helbestek nivîsand

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 111’an de û yên 317 girtiyên li 62 girtîgehên cuda jî 73 roj li pey xwe hişt. Girtiyê nexweş nivîskar Ahmed Huseyîn ku 27 sal in di girtîgehê de ye, li Girtîgeha Jimar  2 ya Tîpa F ya Kandirayê li ser kesên di greva birçîbûnê de, helbestek nivîsand.

Huseyîn, di sala 1971’an de li Efrînê ji dayik bû û ji sala 1992’yan ve ji doza PKK’ê girtiye. 4 pirtûkên Huseyîn hene ên bi navên;  “Zayîna bi Amûre Sertûj”, “Dilê Çar Dilî”, “Canheval” û “Axîna Dilistan”.

Helbesta ku Ahmed Huseyîn li ser çalakgerên di greva birçîbûnê de nivîsandiye ev e:

“Çalakvan im ez!

Navê min

Leyla ye

Navê min

Nasir, Îmam e

Navê min

Hacer, Necla, Sebahat û Selma ye

Navê min

Îbrahîm, Berzên, Demhat û Serhadcan e

Paşnavê min

Berxwedan e!

Ez Şagirtê Rojê me

Rêhevalê Heqî, Salîh û Mazluman

Şopdarê Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan

Şervanê Egîdan, Zîlanan im ez!

Xewnên min

Bi hêsirên dayikan

Bi xwêdana azadîxwazan û

Bi xwîna pakrewanan şil in!

Ez pakrewana/ê zindî me

Min di ber tililiyên cejna azadiyê

Bi hêsîrên kenê serkeftinê bişon

Pakrewan im ez’

Bi qenciyên rojê

Bi delaliya awirên wî û

Bi xweşikbûna xewjinên wî

Hatime pêçan!

Ez!

Ez pakrewana/ê serkeftinê me

Va ye !

Bi şadiya Roja sor

Bi kêfxweşiya cejna serkeftinê

Li ber tîrêjên Roja azad

Li dayikan vedigerînim hêsirên ku

Di rojên cengê de

Min bi deyn ji wan girtibûn!

Ez ê

Serkeftinê bidim dayika siberojê û

Diyarî we bikim

Da ku hûn

Di hembêza wê de

Bîranînên xwe yên kesk, sor û zer

Bi dilgeşî biçînin û zarokên me

Li ser vê axa kevnar

Her rûken bin

Di bin tîrêjên Rojê de.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar