Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Ajovanên dolmîşan: Ji îqtidarê re her tişt heye, lê ji bo gel tu tişt tune ye

Ajovanên dolmîşan ên Enqereyê anîn ziman ku ji ber tevdîrên û qedexeyên hatine danîn nikarin rêwiyan siwar bikin û ji bo alîkariya ku hezar TL bû jî gotin: "Gava îqtidar be hemû derfet û şert hene, lê gava gel be tiştek tune ye

Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan, di 14’ê Kanûnê de behsa pakêteke alîkariyê kiribû. Erdogan di daxuyaniya xwe de gotibû dê 3 mehan mehê hezar TL’yî bidin esnafan û dê ajovanên texsî û dolmîşan jî sûdê ji vê bigirin. Lê belê ajovanên dolmîşan ên Enqereyê ji vê pakêtê nerazî ne.

Ajovan Îsmaîl Sayar 15 sal in ajovaniya dolmîşan dike, berteka xwe ya ji bo hezar TL’yî wiha anî ziman: “Di vê pêvajoyê de her kes zehmetiyê dikişîne. Ma mirov hezar TL’yî alîkariyê dike? Ez û çend hevalên esnaf ketine ber heczê.”

‘Bila pêşî îqtîdar dest bi teserûfê’

Sayar, diyar kir ku şewb herî zêde bandor li wan kiriye û ji ber vê nikarin rêwiyan siwar bikin û got: “Piştî qedexeya derketina derve hat ragihandin, ji wê çaxê ve bi karta krediyê debara xwe dikim. Em deynên xwe tim taloq dikin. Ji ber em nikarin di wext de deynên xwe bidin, fazî lê zêde dibe. Îqtidar alîkariya alîgirên xwe dike, lê a gel nake. Em di medyaya civakiyî de dibînin, haya me ji her tiştî heye. Heger dilê îqtidar û teserûfê hebe, pêşî bila di xwe de bike. Gava îqtidar be hemû derfet û şert hene, lê gava gel be tiştek tune ye.”

‘Em nikarin debara xwe bikin’

Ajovan Ergun Ozcan jî anî ziman ku ji ber qedexeyê nikarin kar bikin û ji niha ve ketine etrê ku dê vê zivistanê çawa debara xwe bikin. Ozcan got: “Divê em tiştekî bikin. Debar zehmet bûye. Em bi zorê debara malbata xwe dikin.”

‘Heyf e’

Ajovan Satilmiş Arslan jî anî ziman ku tiştê bi dest wan dikeve ancax têra wan dike û got: “Kirê heye, mesrefên malê hene. Ev wesayîta qerase rojê bi 150 TL’yî dixebite. Bac heye, sîgorte heye. Lîtreya mazotê bûye 7 lîre. Bi tevdîr û qedexeyên nû rewşa me xirabtir bû. Pereyê me di rojekê de qezenc dikir, niha em di 3 rojan de qezenc dikin. Hema ji dêvla hezar TL’yî mazot bida çêtir bû. Mirîşka ku berê me bi 13 lîreyan ji marketê dikirî, di hefteyekê de bû 22 lîre. Ma ne heyf e, ma ne guneh e.”

Ajovan Koksal Ari yê 50 salî anî ziman ku şaredariyê heya niha sê caran ji bo mazotê 3 hezar û 600 lîre alîkariya wan kiriye û got: “Ma şaredarî ji dewletê zengîntir e?”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar