Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

AKP’ê 1’ê Gulanê li Wan û Cizîrê qedexe kir

Desthilata AKP’ê mitîngên 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cihanê yên li Wan û Cizîrê qedexe kir

Sibê 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cihanê ye. Ji bo pîrozkirina vê rojê dê sibê li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran kedkar dakevin qadan û ji ber polîtîkayên li dijî wan dimeşîne, dengê xwe li AKP’ê bilind bikin. Ji bo vê yekê li seranserê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nûnerên sendîkayên kedê serî li walîtî û qeymeqamiyan dan û ji bo mitîngan destûr xwestin.

Walîtiya Wanê bi hinceta ku dê li dijî Tifaqa Cûmhûr a ku ji AKP-MHP’ê pêk tê çalakî pêk bên, pîrozbahiya li Wanê ya ku dê li Parka Mûsa Anter pêk bihata qedexe kir. Walîtî bi vê jî bi sînor nema heta 10 rojan li tevahiya bajêr çalakî û daxuyaniyan qedexe kir.

Her wiha Qeymeqamiya Cizîrê jî serlêdana ku ji bo pîrozbajiyê ji aliyê Platforma KESK’ê ya Şirnexê ve hatibû kirin, red kir. Li ser vê yêkê Platformê bertek nîşanî biryarê da û ragihand ku dê li ber avahiya xwe ya Cizîrê daxuyaniyek bide û pîrozbahiyê pêk bîne. WAN-ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar