Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

AKP’ê lez da qirkirina siyasî: 5 kes hatin girtin û 10 jî binçav kirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê berdewam in. Di vê çarçoveyê de li Bursayê 5 kes hatin girtin û li Mêrdînê jî 10 kes hatin binçavkirin

Bi nêzbûna hilbijartina rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, hikûmeta AKP-MHP’ê jî lez da operasyonên qirkirina siyasî. Di nava çend rojên dawî de bi sedan kes hatin binçavkirin û girtin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hêzên polîsên dewleta tirk di 19’ê adarê de li Bursayê bi ser gelek malan de girtibû û 13 kes binçav kiribûn. Hat zanîn ku ji 13 kesên li Bursayê hatine binçavkirin Ramazan Ozdemîr, Kader Tezkî, Mehmet Şîpal, Omer Bozkurt û Hamî Becerîk hatin girtin.

Her wiha polîsan îro di danê sibehê de jî li Barmanê ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de kesên bi navên Mahsûm Denktaş, Mahmût Durmaz, Mehmet Zirar Guneş, Yilmaz Saydut, Nacî Eşîyok, Zumret Yildirim, Hanîfe Uygur, Yusuf Sozen, Halît Ceylan û kesekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.

Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê. Têkildarî sedema binçavkirina welatiyan tu agahî nehatin bidestxistin. BURSA-MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar