Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Al Monîtor: Yê li Hewlêrê hatiye kuştin berpirsê MÎT’ê ye

Malpera Al Monîtor a Amerîka têkildarî bûyera li Hewlêrê aşkera kir ku kesê  bi navê Osman Kose yê li Hewlêrê hatî kuştin berpirsek bilind ê MÎT’ê ye û bi navê dîplomat navê wî di lîsteya navên Wezareta Karê Derve de nîne

Li Hewlêrê di 17’ê tîrmehê de dema ku şandeyekî ya konsolosxaneya tirk a Hewlêrê diçe Xwaringeha Huqqabaz rastî gulebaranê hat. Wê demê hate gotin ku di bûyerê de cîgirê serkonsolosê tirk û 2 dîplomatên din hatin kuştin. Malpera Al Monîtor li ser mijarê li ser navê Amberin Zaman nivîsek weşand.

Li gorî Al Monîtorê di merasîna definkirina Osman Kose yê 37 salî ya li Enqereyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlut Çavuşoglu, Şêwirmendê MÎT’ê Hakan Fîdan, Wezîrê Hundir Suleman Soylu û Wezîrê Parastinê Hilusî Akar amade bûne. Li gorî malperê ev nîşaneya wê ku kesê ku hatiye kuştin xwedî berpirsyartiyek bilind bû.

Al Monîtor li ser zimanê çavkaniyê wiha tîne ziman: “Osman Kose endamê MÎT’ê bû. Berê li Îranê ji bo MÎT’ê kar kiriye. Di nava 6 mehan de çend wezîfe li konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê girtiye.  Tenê bi nav dîplomat bû. Pîle û wezîfeya wî li wezareta  derve nediyar e. Ne cîgirê konsulê tirk ê Hewlêrê bû. Karên taybet ji bo MÎT’ê kiriye.”

Malpera Al Monîtor bêyî ku nasnameya wan kesan aşkera bike wiha tîne ziman: “Osman Kose li xwaringehê li gel çend kesên ku peywendiya wan bi konsolosxaneyê ve nebûn rûniştîbû.”  Di raporê de ew kesane weke şirîkê bazirganiyê yên Kose tên binavkirin.

Di gotara Al Manîtor de wiha qala planên Tirkiyeyê tê kirin: “Tirkiye li başûrê Kurdistanê torekî îstîxbarekê bi rêve dibe. Bi awayekî sereke çavdêriya PKK’ê û komên nêzî wê ne dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar