Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Aldar Xelîl ji bo çalakiyên 12’ê cotmehê bang kir

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê ji bo xwedîderketina li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bang li raya giştî kir û wiha got; ‘Dîrok û exlaq bangî we dike. Ez bang li gelê Kurdistanê û hemû cîhanê dikim ku tev li çalakiyên 12’ê cotmehê bibin

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî gefên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê peyamek parve kir. Di peyama xwe de Xelîl bang li gelê kurd û raya giştî ya cîhanê kir û xwest ku li dijî hewldana dagirkeriyê di 12’ê cotmehê de biherikin qadan.

Banga Aldar Xelîl wiha ye:

“Biryara gelê me ya parastinê, ji bo cîhan û mirovahiyê ye. Heman gelê me yê parêzvan û fedakar îro rastî gefên qirkirin û komkujiyan tê. Tevahî cîhan li hemberî vê qirkirinê ye. Ji ber ku mirovahî,  demokrasî, aramî, jiyana hevbeş û nirxên hemû civakan di kesayeta gelê me de bi hemû  pêkhateyên wê yên pirreng ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re armanc tên girtin.

Ji bo şermezarkirina gefên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê li temamiya cîhanê di roja şemiyê de (12’ê cotmehê) çalakî bên lidarxistin. Tevlêbûna van çalakiyan ji bo helwesteke ji bo aştiya Sûriye, tevahiya herêmê û cîhanê girîng e. Helwesteke ji bo pêşîlêgirtina komkujiyêne ku der barê gelê me de tên plankirin.

Di heman demê de çalakî ji bo hişyarbûna wijdan, exlaq û demokrasiyê dê bibe sedem. Hemû gelên me, dost û hogir, aştîxwaz, dijberên faşîzm û qirkirinê, dîrok û exlaq bangî we dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar