Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Alîkariyên li Helebceyê hatin komkirin dê bişînin Rojava

Kampanyaya alîkariyê ku bi dirûşma ‘Em hemû Rojava ne’ li Helebceyê hatibû destpêkirin, piştî komkirina gelek alîkariyan bi dawî bû. Komîteya kampanyayê diyar kir ku dê alîkariyên ku hatine komkirin îro ji bo Rojava werin şandin

Ji beriya pênc rojan li Navenda Çalakiyên Ciwanan a Helebceyê kampanyaya alîkariyê ya bi navê ‘Em hemû Rojava ne’ hatibû destpêkirin. Piştî ku gelek alîkarî hatin komkirin duh êvarê komîteya kampanyayê ragihand ku ew kampanyaya xwe bi dawî dikin. Tê payîn ku alîkariyên hatine komkirin îro ji bo Rojava werin şandin.

Ev kampana ji aliyê Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistan û çend rêxistinekî din ve hatibû destpêkirin û li tevayî dibistanên Helebceyê alîkarî hatin komkirin.

Têkildarî mijarê Berpirsê Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistan a Helebceyê Aras Abid axivî.

Abid diyar kir ku piştî ew vê kampanyayê ragihandine welatiyên Helebceyê di demek zû de bi tevlibûneke xurt beşdarî kampanyayê bûne û alîkariyeke baş peşkeş kirine.

Têkildarî alîkariyên ku hatine komkirin jî Abid ev tişt anî ziman: “Gelek welatiyan pere dianîn, lê me ji wan re got herin bidin bi kelûpelên xwarinê bînin. Her wiha tiştên hişk ên xurakê jî wek birinc, şekir, ar û zeyt û gelek cûrên din ên xurakê jî hatine komkirin. Cil û berg jî hatine komkirin. Ger em bibînin rewş baştir nabe, em ê carek din dubare vê kampanyayê ragihînin.”

Endamê komîta kampanyê Ravyar Newzad jî da zanîn ku ev kampanyaya alîkariyê ji bo Rojava erkekî li ser milên tevayî kurdan e û xwest hemû kes ji bo rojavayê Kurdistanê bibin alîkar. HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar