Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Almanya pêwîstî bi lêpirsîna DAIŞ’iya berê nabîne!

Endama DAIŞ’ê Omaima Abdi ku welatiya alman e û derket holê li bajarê Hamburgê yê Almanyayê ye, aşkera bû ku hêzên ewlekariyê ew metirsîdar nedîtine û pêwîstî bi lêpirsîna wê jî nedîtine

Dewleta alman ku sembolên YPG/YPJ’ê qedexe kiriye û hewl dide piştgiriya bi hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê krîmînalîze bike, li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahiyê xwe nalivîne.

Nûçegihana televîzyona El-An Jenan Moussa beriya çend rojan derxistibû holê ku çeteya DAÎŞ’ê Omaima Abdi piştî ku Reqqa ji aliyê hêzên HSD’ê ve hate rizgarkirin vegeriya Almanyayê û weke ku tiştek nebûye li jiyana xwe ya berê vegeriya ye.

Koma Partiya Çep a li Meclisa Eyaletê ya Hamburgê rewşa welatiya alman Abdi xist rojeva meclisê û pêşnûme pirsek pêşkêşî rêveberiya eyaletê kir. Di pêşnûme pirsê de ku Hevseroka Koma Partiya Çep Cansû Ozdemîr amade kir, hate pirsîn ku têkiliya wê bi DAIŞ’ê ya jî komên radîkal heye yan na.

Hikûmeta eyaletê jî ku ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan pêk tê, bersiveke sosret dabû pêşnûme pirsa Ozdemîr. Hikûmeta Eyaletê diyar kiribû ku Abdi ya DAIŞ’î ji bo ewlekariyê metirsîdar nîne, lewma hêzên ewlekariyê ew di sîstema RADAR-îTE de bi cih nekirine.

Ozdemîr ev yek bi tundî rexne kir û wiha got: “Bersiva hikûmeta eyaletê ji bo mirovên îşkence ji DAÎŞ’ê dîtin û qurbaniyan, bersiveke giran e.” HAMBURG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar