Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Ambargoya li ser Mexmûrê keta roja 66’an

Li hemberî dorpêç û ambargoya hikûmeta başûrê Kurdistanê, Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ev 21 roj in li ber xwe didin. Dayik dibêjin ku heta dorpêç bi dawî dibe dê çalakiya xwe berdewam bikin

Di 17’ê tîrmeha 2019’an de berpirsê MÎT’yê başûrê Kurdistanê Osman Kose li restouranta Hoqqabaz a Hewlêrê hate kuştin. Ji wê rojê ve Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dorpêç daniya ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Di vê çarçoveyê de çûn û hatina welatiyên a Mexmûrê hatiye qedexekirin.

Tevî hemû hewldananên Meclisa Gel a Demokratîk û Saziya Têkiliyên Karê Derve ya Wargehê jî heta niha tu bersiveke erênî ji aliyê rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn. Li aliyê din jî ji bo rakirina vê dorpêç û ambargoyê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê tevî şert û mercên dijwar jî 21 roj in li benda kontrolê ya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.

Rayedar bêdengin

Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê tu bersivek nedaye dayikan. Tevî hemû astengiyan jî dayik çalakiya xwe didomînin. Dayikên Aşitiyê diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Hêzên asayîşê yên li benda kontrolê jî destûr nadin ku kesek serdana dayikan bikin û bi dayikan re hevdîtinan bikin.

Dayikên Aşitiyê ku bi rojane li benda kontrolê di çalakiyê de ne, gelek caran pêşmergeyan êrîşî wan kirin û heqaretan li wan dikin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar