Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Li Amedê qada Newrozê ji niha ve tije bû

Gelê Amedê ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi qada Newrozê ve diherike. Bi hezaran amedî û mêvanên ji derve hatin, di saetên serê sibehê de çûn qada Newrozê

Her sal li Amedê Newroz bi tevlêbûna bi sedhezaran û bi coşeke pir mezin tê pîrozkirin. Îsal jî Newroza Amedê bi dirûşma ‘Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê bişikînin’ tê lidarxistin. Bi hezaran welatiyên Amedê û kesên ji derve hatin, di danê sibehê saet derdora 06.00’an de ber bi qadê ve herikîn. Gelê ku li ber bariyerên polîsan ji bo bikeve qadê kom bûn, tililî û dirûşm berz kirin.

Hemû rêyên ku derdikevin Qada Newerozê bi bariyerên polîsan ji bo lêgerînê hatine dorpêçkirin.  Li gelemperiya Amedê îro dikan nehatine vekirin. Tê payîn ku bi sedhezaran kes biherika qada Newrozê. Tê payîn ku di Newroza îsal de bi taybet jî dê balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.

Peyama Guven dê bê xwendin

Di pîrozbahiya Newrozê de hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan û nûnerên partiyên kurd dê bi axivin. Her wiha tê payîn ku dê peyama hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 134 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye bê xwendin.

268 rojnameger dişopînin

Newroza Amedê weke her sal, îsal jî dê ji hêla bi sedan rojnamegerên ji welat û biyanî ve bê şopandin. Li gorî daneyan, 268 rojnamegeran ji bo akredîstasyonê serî li HDP’ê daye. Di pîrozbahiyê de wê Bajar, Koma Pel û Pinar Aydinlar jî derkevin ser dikê û bistirên.

Bi dehhezaran welatiyên diherikin qadê dirûşmên ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ ,  ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ berz dikin. Li qadê bi dehhezaran welatiyên kom dibin li ber stranan govendê digerînin. Herikîna gelê Amedê ya ber bi Qada Newrozê ve didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar