Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Amerîka dawî li perwerdekirina pîlotên tirk anî

Wezareta Parastinê ya DYE’yê Pentagonê aşkera kir ku dawî li perwerdekirina pîlotên tirk ên balafirên F-35’an aniye

Ji ber helwesta Tirkiyeyê ya S-400, rageşiya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de kûrtir dibe. Beriya niha di derbarê S-400 de Washingtonê gelek caran Tirkiye hişyar kiribû ku nekire. Ji ber Tirkiye ji dev jê kirîna S-400’an berneda, Pentagon daxuyand ku ew perwerdekirina pîlotên tirk ên balafirên F-35’an hatiye sekinandin.

Berdevkê Pentagonê Mike Andrews di derbarê mijarê de got ku haya wezareta wan jê heye ku êdî pîlotên tirk ên li Baregeha Hewayî ya Lukeyê tev li perwerdeyê nabin. Andrews da zanîn ku heta Tirkiye di vê polîtîkaya xwe de guhertinê pêk neyne, dê bi qedeme tevlibûna Tirkiyeyê ya li bernameya F-35’an rawestînin.

Rayedarekî din ê DYE’yê jî ji Reutersê re axivî û got ku ji ber ewlehiyê perwerdeya pîlotên tirk dane sekinandin. Lê belê personelê tirk ên li baregeha hewayî ya li Eglîn a li Floridayên ji hin aliyan ve perwerdeya wan didome.

Wekîlê Wezareta Parastinê yê DYE’yê Patrick Shanahan, di nameya xwe de ya ji wezîrê tirk Hûlûsî Akar re şandî gotibû ku heke Tirkiye dest ji kirîna pergala S-400’an ji Rûsyayê bernede wê gavên berbiçav biavêjin û Tirkiye hişyar kiribû.

Rêveberiya DYE’yê diyar dike ku wê tevlibûna Tirkiyeyê ya bernameya F-35 dê 31’ê tîrmehê bi dawî bibe û ekîba ku 4 jê pîlot bi giştî 42 personel dê vegerin welatê xwe. WASHINGTON 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar