Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Aqûbeta 12 ciwanên li deriyê Sêmalkayê hatin binçavkirin nayê zanîn

Asayîşa PDK’ê ya li Deriyê Sînor ê Sêmelkayê, 12 ciwanên başûrî yên ji bo piştgiriya bi Rojava re derbas bûbûn û xwestin vegerin, binçav kirin. Ji ciwanên ku ev nêzî hefteyeke binçavkirî ne tu agahî nayên girtin

Bi destpêkirina êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, ji başûrê Kurdistanê gelek ciwanan berê xwe dan Rojava û tevli refên berxwedanê bûn.

Ji bo piştgiriya bi berxwedana gelê rojavayê Kurdistanê re, 12 ciwanên ji başûrê Kurdistanê jî derbasî Rojava bûbûn. Hat zanîn ku ciwanên ku dixwestin vegerin Başûr, li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, ji ciwanên ku ev nêzî hefteyeke hatine binçavkirin tu agahî nayên girtin. Aqûbeta ciwanan nayê zanîn. Têkildarî sedema binçavkirina ciwanan jî asayîşa PDK’ê tu agahiyan nade.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar