Di çalakiyê de beşdaran wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hilgirtin. Piştre jî Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakup Guven axivî. Guven, diyar kir ku gelek dayikên li zarokên xwe digeriyan di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane û dewletê jî berpirsyartiya xwe pêk ne aniye.
‘Bila polîtîkayên şer bi dawî bikin’
Piştre jî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û wiha bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê: “Pêla tundiyê ya ku pergala necezakirinê afirandiye her roj zêdetir dibe. Divê ev polîtîkaye bi dawî bibe. Em vê pêvajoya ku hiqûq tê binpêkirin qebûl nakin.”
Piştî axaftinan, endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Firat Akdenîz axivî û serpêhatiya Abdulhakîm Kartal vegot ku ji 16’ê tebaxa 1991’ê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Akdenîz, da zanîn ku du zarokên Kartal hebûn û wiha domand: “Li Kargeha Otobûsên Turê ya Êlihê ya berê, li ser wesayîteke aydê kesekê din weke ajokarê texsiyê dixebitî. Di roja 16’ê tebaxa 1991’ê saet derdora 20.00’an de dema li rawestgeha texsiyê, 2 kesên cilên sivîl li xwe kiribûn û xwe weke mişterî nîşan dayînn hatin cem Abdulhakîm Kartal. Ji ewilî jê xwestin ku Kartal wan bibe Farqînê û dikevin rê. Abdulhakîm Kartal wê şevê venegeriya malê. Roja din serê sibehê malbata wî çû Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, Midûriyeta Emniyetê û Qereqola Cendirmeyan û serlêdan kir. 14-15 roj piştre jî bi plaqeyeke sexte ya li ser navê Çewligê qeydkirî, li Antalyayê di otoparkeke taybet de hate dîtin. Piştre jî Emniyeta Êlihê ji malbatê re got ku li Antalyayê cenazeyekê nasnameya wî nehatiye tespîtkirin hatiye dîtin. Lê belê malbatê nekarî nasnameyê tespît bike û ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Kartal nayên girtinb.”
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.