Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Armanca me azadiya Rêber Apo ye’

Çalakiyên greva birçîbûnê ku bo azadiya Ocalan girtîgehan hat destpêkin û belav bû, didomin. Çalakvanên Mexmûrê têkildarî çalakiyê axivîn û diyar kirin ku yekane armanca wan azadiya Ocalan e

Navenda Nûçeyan

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 44’emîn de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hatî destpêkirin jî di roja 23’yemîn de didome. Îro koma 12’yemîn çalakiyê dewr girtin. Merasîma dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê û Sêvê, Fatma û Pakîze yên li Silopiyê hatîn qetilkirin, dest pê kir.

Çalakvanên ku grevê dewr girtin derbarê armanc û girîngiya çalakiya xwe de axivîn.

Qutbedîn Korhan diyar kir ku dê çalakiya ku girtiyên zindanan dayî destpêkirin bilind bikin û heta ku azadiya Ocalan neyê mîsogerkirin dê çalakiyên xwe bidomînin.

Endama çapemeniyê Leyla Çelîk jî li ser girîngiya pêngava ku ji bo azadiya Ocalan hatî destpêkirin axivî û diyar kir ku armanca wan ne tenê rakirina tecrîdê, bi awayek fîzîkî azadiya Ocalan e û destnîşan kir ku pêwîst e ji bo vê yekê li her çar aliyê Kurdistanê çalakî bên bilindkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar