Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Artêşa Rûsyayê agirbest û vekirina korîdorên mirovî ragihandin

Piştî topbaraneke dijwar li dijî bajarên Ukraynayê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê agirbest ragihand. Her wiha li ser daxwaza serokkomarê Fransayê vekirina gelek korîdorên mirovî li gelek bajarên Ukraynayê ber bi Rûsya û Belarûsê ve ragihand

Artêşa Ukraynayê da zanîn ku Rûsyayê duh bi şev bi dijwarî bajarên Kharkiv, Chernihiv û Makulayev topbaran kirine û amadekariyan dike ku êrîşî Kîevê bike.

Li gorî AFP`ê tê payîn ku gera sêyemîn a dan û standinan li dar bikeve, lê hêviyên serkeftina wê kêm in li gel ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beriya lidarxistina her gerekê şertan datîne ku Kîev bê şert çekan deyne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku artêş dê îro agirbestê ragihîne û li ser daxwaza serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê korîdorên mirovî li gelek bajarên Ukraynayê vebin.

Li gorî nexşeyên ku ajansên Rûsyayê belav kirine, korîdor dê ji Kîevê ber bi Belarûsê ve be û korîdorek mirovî jî dê ji Kharkivê ber bi Rûsyayê ve were vekirin. Korîdorên li Mariupol û Sumy û bajarên din ên ukraynayî dê ber bi Rûsyayê ve bin.

Serfermandariya artêşa Ukraynayê diyar kir ku hêzên Rûsyayê amadekariyan dikin ku êrişî Kîevê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar