Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Artêşa tirk bi çekên giran êrîşî gundê Soxanekê yê Şêrawa dike

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dike. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyek da. HRE’yê destnîşan kir ku êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê hatiye şikandin û gelek çete hatine kuştin

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi top û çekên giran êrîş êrîşî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dike.

HRE: Êrîşên artêşa tirk hate şikandin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE’yê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawiyê de liv û tevgera xwe li herêma Efrînê zêde kirin, her weha bê navber herêmên başûr û başûrê rojhilatê Efrînê bi taybet gundên navçeya Şera û Şêrawa topbaran kirin. Li hemberî van êrîşan hêzên me asta berxwedanê bilind kirin û bersiva êrîşên dagirkeriyê dan.”

HRE’yê bi berdewamî ev tişt ragihand: “Di roja 20’ê tîrmehê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan gundên Merenaz, Malikiyê û Şewarixa yên girêdayî navçeya Şera topbaran kirin û di bin sîwana topbaranê de xwestin li derdora gundê Merenazê de bi pêş ve werin. Li ser vê bingehî şer di navbera şervanên me û artêşa dagirker û çeteyên wê de rû da û bêhtirî 6 seatan dewam kir. Şervanên me hemû êrîş şikandin. Di encama şer de 5 çeteyên her dû komên çete Liwa El Şîmal – El Cebha El Şamiyê hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn. Her weha 3 leşkerên artêşa dagirker a tirk jî birîndar bûn. Hemwextî wê, artêşa dagirker a tirk û çeteyên wê heta derengiya şevê herêmên sivîlan dan ber topan û ji ber wê ziyanên mezin ên madî gîhişte mal û zeviyên gundên Şewarixa, Malikiyê û Merênazê.”EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar