Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Temmuz 2025

Artêşa tirk careke din nexweşxane topbaran kir

Hêzên artêşa tirk a dagirker careke din êrîşî nexweşaneya Serêkaniyê kir. Di heman demê de gundê Eqîbe yê Efrînê jî topbaran kir û li gundekê Cindirêsê jî ciwanek revand

Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên dagirker ên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Hêzên dagirker di serî de navenda Serêkaniyê, bi çekên giran û balafirên şer bênavber qadên sivîlan topbaran û bombebaran dikin.

Ev sê roj in artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên şer êrîşî Serêkaniyê dikin. Şervanên HSD’ê jî li hemberî van êrîşên qirkirinê berxwedaneke mezin raber dikin. Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, hêzên dagirker di van kêliyan de careke din êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê û navenda bajar dikin. Hêjayî gotinê ye ku di nexweşxaneya Serêkaniyê de gelek sivîlên birîndar hene.

Eqîbe tê topbaran kirin

Di heman demê hêzên artêşa tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Eqîbe yê Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin. Topbarana li ser gundê Efrînê bi hemû dijwariya xwe didome. Têkildarî encamên topbaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ciwanek hate revandin

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku hêzên artêşa tirk a dagirker di 12’ê cotmehê de ciwanê bi navê Mistefa Xêro Mamo yê ji gundê Aşkan Xerbî yê navçeya Cindirês a Efrînê, revand. Çavkaniyan got ku çarenûsa Mamo nayê zanîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar