Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Artêşa tirk gelek deveran topbaran û bombebaran dike

Şervanên HSD’ê li gundê Kendal ê Girê Spî panzêrek rûxand. Her wiha artêşa tirk di van kêliyan de gundên Şiyûxa Jêrîn û Zormixar ên Kobanê, gundên Şêrawa ya Efrînê û navenda Serêkaniyê bi dijwarî topbaran û bombebaran dike

Şer û pevçûnên di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên li seranserî rojavayê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe didomin.

Hat zanîn ku komên dagirker ên girêdayî dewleta tirk ji hêla Cerablusê gundên Şiyûxa Jêrîn û Zormixar ên li rojavayê Kobanê topbaran dikin û hewl didin ji bo ku êrîşî Kobanê bikin çemê Firatê derbas bikin.

Li Serêkaniyê bombebaran

Li hêla din li Serêkaniyê jî di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker de şerekê dijwar diqewime. Hêzên dagirker ên ku her carê derbên giran dixwin û nikarin pêşbikevin, bênavber navçeyê topbaran û bombebaran dikin. Li gorî agahiyan, di van kêliyan de jî artêşa tirk bi koordîneya balafirên keşfê navenda Efrînê topbaran û bombebaran dike.

Panzêrek hate rûxandin

Şervanên HSD’ê li Girê Spî jî derbên giran li hêzên dagirker didin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku şervanên HSD’ê li gundê Kendal ê Girê Spî panzêreke komên çete rûxand. Şer û pevçûnên li Girê Spî bi hemû dijwariya xwe didomin.

Li Efrînê topbaran

Çavkaniyên ji Efrînê jî ragihandin ku hêzêna artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Bênê, Tinib û Kiştar ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar