Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Artêşa tirk gelek qadên sivîlan topbaran dike

Dewleta tirk di van kêliyan de Eyn Îsa û gundên wê, navenda Qamişlo, gundên Dêrik û Tirbespiyeyê topbaran û bombebaran dike. Di encama êrîşan de li Qamişlo 3 sivîl birîndar bûn û li Eyn Îsayê jî leşkerekê rejîmê jiyana xwe ji dest da

Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Hêzên dagirker di çarçoveya van êrîşan de gelek herêm topbaran û bombebaran kir.

Hat zanîn ku balafirên şer ên dewleta tirk, hewza avê ya gundê Ebû Xizre yê li rojavayê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir. Di heman demê de hêzên dagirker bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir. Hat zanîn ku di encama êrîşê de leşkerekê rejîma Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da û 12 leşker jî birîndar bûn. Bombebarana artêşa tirk a li ser herêmê didome.

Li Qamişlo 3 sivîl birîndar bûn

Li gorî agahiyan, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê saet di 16.30’an de taxên Qinat Siwês û Meyselûn ên Qamişloyê topbaran kirin. Hat zanîn ku di encama topbaranê de zaroka bi navê Reha Fehed Îbrahîm Misirî (8), Nîdal Mihemed Zekî û Mihemed Salih Abdullah birîndar bûn. Her wiha çend topên li bajar ketin jî neteqiyan. Hêzên Ewlehiya Hundirîn dest bi rakirina wan topên neteqiyayî kir.

Gundên Dêrik û Tirbespiyeyê topbaran dikin

Artêşa tirk û çeteyên wê di van kêliyan de jî gundê Heyakê yê herêma Dêrikê bê serûber topbaran dike. Topbarana li ser gund didome. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku dewleta tirk di van kêliyan de her wiha gundên Til Şerîr û Dêrna Qulinga yên Tirbesiyeyê topbaran dike. Şervanên HSD’ê jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên pêwîst didin dagirkeran.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar