Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Artêşa tirk gundê Hewlêrê bombebaran kir

Artêşa tirk gundê Nawdarok û herêma Xakûrkê ku bi ser Hewlêrê ve ne, bombebaran kir. Der barê encamên bombebaranê de tu agahî nehatin bidestxistin

Êrîşên artêşa tirk ên li ser başûrê Kurdistanê berdewamin. Artêşa tirk ku bi bombebaranê dixwaze li başûrê Kurdistanê herêma Xakûrkê dagirkeriya xwe berfireh bike, careke din herêm bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê, balafirên şer ên artêşa tirk demek berê gundê Nawdarok û herêma Xakûrkê ya ser bi Hewlêrê ve bombebaran kirin. Bombebarana li ser herêmê berdewam e. Têkildarî encamên bombebaranê heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk şevê din jî li herêma Biradostê wesayîta sivîlan bombebaran kir. Di bombebaranê de welatiyek hate qetilkirin û birayê wî jî birîndar bû. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar