Artêşa tirk û çeteyên wê karwanê Rêxistina Bijîşkên Sînornenas topbaran kir. Di êrîşê de 2 bijîşk birîndar bûn
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên girêdayî wê, êrîşên xwe yên li dijî qadên sivîlan û xebatkarên tenduristiyê yên li rojavayê Kurdistanê didomînin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê karwanê Rêxistina Bijîşkên Sînornenas li gundê Kesra yê navçeya Til Temirê topbaran kir. Li gorî agahiyên despêkê, di encama êrîşê de 2 bijîşk birîndar bûn. TIL TEMIR