Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Artêşa tirk li Silopiyayê zeviyên çandiniyê şewitandin

 Artêşa tirk li gundê Zêdga ya Silopiyayê agir berda çoltarê gund û zeviyên çandiniyê. Di encama şewatê de hemû berhemên welatiyan şewitîn û bûne xwelî

Hêzên artêşa tirk di demên dawî de hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li başûrê Kurdistanê êrîşên xwe zêdetir kirin. Artêşa tirk ku li bakurê Kurdistanê bi tevlêbûna bi hezaran leşkeran êrîşên berfireh pêk tîne, hewl dide ku herêmê ji welatiyan vala bike û li hêlekî jî agir ber dide daristanên welatiyan.

Di çarçoveya êrîşan de artêşa tirk demek berê li gundê Zêdga yê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlêbûna gelek leşkeran êrîşeke berfireh dabû destpêkirin. Bi destpêkirina êrîşê re jî li herêmê şewat derket û agir berbû çoltarê gund û zeviyên çandiniyê. Bi pêketina agir re jî hemû zad û hem jî zeviyên welatiyan ên çandî şewitîn.

Her wiha bax û bîstanên welelatiyan tev şewitîn û bûn xwelî. Welatiyên herêmê destnîşan  kirin ku dema şewat derketî xwestin vemirînin lê leşkeran destûr nedan. Welatiyan destnîşan kir ku wan serî li qeymeqamtiyê dan û li ser vê yekê jî yekîneyên agirkujiyê çûn herêmê û agir vemirand. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar