Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Artêşa tirk wesayîta sivîlan gulebaran kir

Artêşa tirk li gundê Deştehêrtê yê herêma Bradostê wesayîteke welatiyên gund gulebaran kir. Di encama gulebaranê de di wesayîtê de zirarên mezin ên madî çêbûn

Hêzên artêşa tirk ên ku bi alîkariya PDK’ê sînorên başûre Kurdistanê binpêkirin û gelek herêm dagir kirin, êrîşên xwe yên li dijî gelê herêmê berdewam dikin. Artêşa tirk li herêma Bradostê ya girêdayî Hewlêrê, li şêniyên herêmê gule barandin.

Li gorî agahiyan, di êrîşa dewleta tirk a li dijî wesayîta şêniyê bi navê Cêgir Selîm a li gundê Deştehêrtê de zirarên mezin gihîşt wesayîtê. Çavkaniyên ji herêmê diyar kir ku jiyana şêniyên li gundewarên herêma Bradostê pir nebaş bûye û şênî nikarin karên xwe yên rojane bikin.

Şêniyên herêmê bi fikar in

Di heman demê de gundê Çiyadêl ku li nêzî gundê Lêlîkanê ku dewleta tirk li ser çiyayê wê bi cih bûye dikeve, her tim rastî êrîşên dewleta tirk tê. Şêniyên herêmê destnîşan kir ku leşkerên tirk her tim li gund guleyan direşîne û ji ber vê yekê jî bi fikar in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku leşkerên dewleta tirk ji nîsana sala 2018’an heta niha gelek deverên başûrê Kurdistanê dagir kirine. Artêşa tirk gund û navçeyên li ser sînor topbaran û bombebaran dike.  BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar