Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

Asayîşa YNK’ê cenazeyên Agît û Amed bi dizikî ji Silêmaniyeyê derxistin!

Dihat payîn ku cenazeyên Demhat Agît û Cemîl Amed îro li Silêmaniyeyê bi merasîmeke girseyî ber bi Qendîlê ve bên oxirkirin. Lê derket holê ku asayîşa YNK’ê şevê din bêriya ku kesekî agahdar bike, her du cenaze bi awayeke dizikî şandine Ranyayê

Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê duh bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hevalên wan Demhat Agît (Seyîdxan Ayaz) û Cemîl Amed (Eser Irmak) li Silêmaniyeyê di encama hevkariya dewleta tirk, hêzên navneteweyî û nokerên herêmî de hatine qetilkirin.

Dihat payîn ku cenazeyên Demhat Agît û Cemîl Amed îro li Silêmaniyeyê bi merasîmeke girseyî ber bi Qendîlê ve bên oxirkirin. Lê derket holê ku asayîşa KNK’ê duh beriya ku agahî bide kesekî, bi şev cenazeyê her du şehîdan bi awayeke dizî ji Silêmaniyeyê şandin Ranyayê.

‘Dê merasîmê bên oxirkirin’

Komîteya Şehîdan a Şehîdên PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê têkildarî mijarê agahî dan Rojnewsê û ev agahî parve kirin: “Asayîş bêyî ku agahî bide kesekî, duh bi şev cenazeyê her du şehîdan ji bo ku merasîm ji bo wan neyê kirin, ji Silêmaniyeyê derxistine. Lê îro dê merasîmek li komelgeha Tasluceyê bê lidarxistin û piştre welatî berê xwe bidin Qendîlê.”

Li Qendîlê tên veşartin

Tê payîn ku îro saet 12:00’an de xelkê Silêmaniye û Ranyayê kombibin û bi karwanekê otomobîlan cenazeyê her du şehîdan bibin Qendîlê û li wir bi merasîmekê veşêrin. SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar