Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê di daxwaza aliyan de tundî, binpêkirin, zext, zordarî, zordestî, dagirkirin, mêtingerî, înkar, qirkirin, kuştin, qedexe, sansur, girtin, binçavkirin, îşkence tune be. Divê herdu alî jî ji tundî, înkar, qedexe û zordestiyê dûr bikevin. Divê tecrîd bi dawî bibe.

Çima me pêdivî bi gotinek “Aştiyeke çawa” dit. Ji ber ku di mehên dawî de dewleta Tirk û Dewlet Bahçelî qala aştiya navxweyî dikin. Divê ji bo hemû kesan pênaseya aştiyê gerdûnî be. Pênaseya aştiyê dijberiya şer e. Ji bo em aştiyê pênase bikin divê em şer jî pênase bikin. Cihê şer lê hebe kuştin heye. Cihê şer lê hebe, tundî, binpêkirinên mafan û zordarî heye. Wê demê aştî li dijî tundî, kuştin, girtin û înkarê ye. Hinek dikarin bibêjin kurd jî xwedî çekin û şer dikin. Divê ev yek rast bê pênasekirin. Divê pirsa “Kurdan çima dest bi şer kir û çima çek hilgirtin? Rast bibersivînin.

Bi sedan salan e hemû nirxên kurdan tê înkarkirin. Hemû mafên kurdan ên gerdûnî û zagonî tên binpêkirin. Rêya siyasetê li pêşiya kurdan tê girtin. Rêya rêveberiyê li pêşiya kurdan tê girtin. Ji kurdan tê xwestin ku kurd bi her awayî xwe înkar bikin. Lê êdî kurd hişyar bûne û doza mafê xwe yê rewa, zagonî û mirovî dikin. Kurd dixwazin li welatê xwe, li ser axa xwe wekî kurd bijîn. Dixwazin bi ziman, çand, nasname bijîn û xwedî statu bin. Dixwazin xwe bi rêve bibin.

Ji ber ku mafên kurdan ên xwezayî, rewa û gerdûnî ji destê wan hatiye girtin û her tim rastî înkar û îmhayê hatine kurdan ji neçarî rahiştiye çekê. Piştî rahiştine çekê gelek mafên xwe jî bi dest xistine. Li gorî vê heqîqetê, em nikarin bibêjin kurd bi çekan şer dikin. Em dikarin bibêjin kurd bi çekan xwe, mafê xwe û axa xwe diparêzin. Kurd ji bo parastina hebûna xwe çekan bikar tînin. Ne ku ji bo kuştin û dagirkirinê ye. Wê demê niqaşa çekberdanê, niqaşek vala û ne rast e. Eger wisa be divê hemû dewletên cîhanê jî çekan berdin. Çima ji bo dewmetan çek rewe ye, çima ji bo kurdan çek ne rewa ye?

Lê em dikarin bibêjin dewleta Tirk li dijî kurdan şer dike. Ji ber ku çekan ji bo dagirkirin, kuştin û tundiyê bikar tînin. Mînaka vê yekê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî ye. Mînaka wê êrîşên li ser Bendava Tişrînê ye. Mînaka wê kuştina rojnameger Cîhan Bîlgin, Nazim Taştan, Azîz Koyluoglu ye. Mînaka wê hunermend Bavê Teyar e. Mînaka wê dîplomat Zekî Şengalî ye. Mînaka wê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar e. Tirkiye her roj bi SÎHA’yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombeyan dibarîne. Her roj welatiyan dikuje. Wê demê divê dewleta Tirk dawî li şer bîne. Ji ber ku armanca şerê dewleta Tirk ne parastin e. Armanca  dewleta Tirk dagirkirin û îlhaqkirin e.

Li gorî desthilata Tirkiyeyê aştî li gorî berjewendiyên dewletê ye. Ne li gorî berjewendiyên gelan e. Berjewendiyên yek alî esas tê girtin. Şer jî û aştî jî bi du aliyan pêş dikeve. Tenê bi aliyekî ne aştî û ne jî şer pêş dikeve. Eger îro dewleta Tirk li aliyekî qala aştiyê bike û li aliyê din her hefte qeyûm tayînî vîna gel bike, her hefte mirovan binçav bike û bigire. Her hefte rojnamegeran bigire. Her roj êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û kurdan bikuje. Her meh rojnamegeran bikuje, wê demê aştiyê çawa pêş bikeve. Tenê li gorî aliyê dewletê dê çawa aştî pêş bikeve.

Eger aştiyek pêk bê, divê di serî daxwazên kurdan ên sereke bên qebûlkirin. Divê tecrîda 26 salin li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike bi dawî bibe û Rêber Abdullah Ocalan karibe di şertê azad de, bi hemû nûnerên sazî, rêxistin, partî, komele û odeyan re hevdîtinan bike.  Divê tecrîd bi dawî bibe. Divê hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan. Divê polîtîkayen înkar, bincavkirinê bi dawî bibin. Divê êdî qeyûm neyên tayînkirin. Divê mafê kurdan ên nasnameyê û statuyê bê parastin. Divê kurd karibin bi vîna azad bajarê xwe û navçeyên xwe bi rê ve bibin. Divê dewleta Tirk, dawî li êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeye bîne, divê axa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vala bike, divê axa Başûrê Kurdistanê vala bike, divê êdî balafirên şer ji Amedê ranebin, divê operasyonên li dijî gund û çiyayên Kurdistanê bi dawî bibin. Divê talankirina li ser xwezayê bi dawî bibe. Divê şaredariyên kurdan dîsa paşve bidin wan. Ev hemû daxwazên kurdan ên rewa, zagonî, hiqûqî û mirovî ne. Eger daxwazên kurdan esas neyên girtin, aştiya gerdûnî pêş nakeve. Dê aştiya yek alî pêş bikeve. Ew jî dibe teslîmîyet. Lê kurd êdî teslîm nabin. Kurd piştî ew qas bedelên giran heta mafê xwe yê xwezayî bi dest bixin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Nûçeyên Têkildar