Çiqas êrîşkar bin ewqas newêrek in. Ewqas di dilê wan de tirs û xofa edaleta gelan heye. Çimkî sûcdar in. Dizanin ku dê rojek bi vê rastiyê re rû bi rû bimînin. Heta niha vê tirsê nedidan der, lê ji ber ku êdî nêzîkî vê encamê bûne, vê tirsê...
Ez tu car ji TRT 6’ê (alti) re nabêjim TRT şeş. Şeşiya TRT’ê, şaşiya me kurdan nîn e. Ev şaşî û xeletî çend roj berê bi hevpeyvîneke jineke sêrtî hate rojevê. Jineke kurd ji sedî 99 bi peyvên tirkî, qaşo bi kurdî diaxivî. Li ser vê yekê nîqaşeke berfireh...
Bi dehan sal e der barê pêşketina zimanê kurdî de gelek xebatên hêja tên meşandin. Ger ku îro kurdî di nav zimanê cîhanê de cihekî bi rûmet girti be, ev yek bi saya serê van xebatên hêja û bêhempa ye.
Der barê pêşketina zimên de rola çapemeniya kurd nayê jibîrkirin....
Ferhed li pey Şirînê çiya qûlkir ji bo ku bigihîje evîna xwe. Fesadî ket navbera evîna Mem û Zînê. Fesadiya di navbera evîna Mem û Zînê de bû pişaftina evînê. Ji wê demê vir ve evîn riziya, ji wateya xwe dûrket, ji riya xwe derket. Lewma eşq û evîn...
Meseleya Tirkiyeyê, bi kurdan re nîne! De başe, meseleya AKP’ê bi kurdan re heye? Na, heşa! Herî dawî Nêçîrvan wisa ferman da. Li gorî Nêçîrvan, li Tirkiyeyê kurdî qedexe nîne, kurd rastî êrîşên rûmetşikandinê nayên, zarokên kurdan nayên kuştin, şaredariyên kurdan-welatê kurdan nayê dagirkirin, girtîgeh bi kurdan nehatine tijîkirin,...
Kurd di dîrokê de gelek caran rastê komkujiyan, neheqiyan, asîmîlasyonê hatin. Gelek deq û dolab li hemberî kurdan hat avakirin. Bi qasê gelê kurd tu kes û tu gel rastê evqas plansaziyên tunekirinê, asîmîlasyonê, pişaftinê nehat. Li gel hemû êrîşan dîsa jî di demên borî de êrîşkaran armanca xwe...