Nivîsandina gotarekê ji afirandina stranekê zehmet û girantir e.
Ji roja ku min dest bi kar û barê hunerê kirî de, her tim şewq û mereqa “nivîsandinê” parek ji evîna me a hunerê bû!. Lê “gotar” çawa tê nivîsandin, pergal û teknika nivîsariyê çawaye, formilasiyona fikir û ramanê mirov çawa...
Pergala faşîst stranên kurdî didize û ji wê diziye strana (olurum turkiye) derdixe û hemû nijadperest û faşîstan bi wê stranê coş û menduş dike. Ev bê tore û bê exlaqiya wan nîşan dide. Lê malwêrano, xwelî li sero, dema tu bi xwe diçî ji zeviyê xwe dizî û...
Di vê çerx û dewrana giran de li dijî herifandin xerckirin û sotandina nirxan diyarkirina sekin û helwesta mirov çendî zor û zehmet be jî têkoşîn û parastina prensîb û têgîniya exlaqî gelekî girîng e.
Armanc û stratejiya dagirkeriyê ji xwe înkar, qirkirin û tunekirin e. Di dagirkirina welatekî de...
“ ... ez ê navê te binivîsim li ser kendalên kevneşopan...
tu jî navê min binivîsîn, li ser kavilên rê û newala...
Sibê wê zivistan were, baran bibare, ey vîna min!
Navê min wê wenda bibe, bi lehiyan here,
Navê te wê her bimîne, li van çerx û dewranan”
... dîsa min hemu...
Mijara civak û hunera exlaqî, bêguman ne tenê pirsgirêka çend kes û an jî hinek derdoran e. Dema mirov behsa têgeha exlaq, terbiye, wijdan û hwd. dike, di heman demê de meriv behsa zagonên xwezayî ên mirovahiyê ku ji bo jiyana hevbeş û rengane hatine afirandin dike.
Di çerxa jiyana...
Bêguman, avakirina civaka bi exlaq, ne karekî hêsan e. Di dîroka mirovahiyê de, civakan herdem bi têkoşîn û xebatên bêhempa nirxên xwe afirandine. Taybetmendiya reng û dengên xwe, bi nirxên xwe ên bingehîn nasname û hebûna xwe parastine û bi pêşxistine.
Dema mirov pênase û têgîna civaka exlaqî, kom, komeleyatiyê...