Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

‘Ava nepaqij, bi bêhn û kurmik didin girtiyan’

Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) û Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê ji ber vîrûsa koronayê û gefên li dijî girtiyan çûn serdana Girtîgeha Tîpa L a Panosê û raporek hevpar amade kirin.

Di raporê de tê gotin ku her çiqas tevdîrên li dijî koronayê hatibin girtin jî lê têr nakin û mafê tenduristiyê ya girtiyên li Girtîgeha Panosê hatiye sînorkirin û girtî birêkûpêk nayên dermankirin û rayedarên girtîgehê derbarê weqayan de zelal nêz nabin.

Av û xwarina nepaqij didin girtiyan

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber girtî nikarin xwe bigihînin mafên xwe yên tenduristiyê jiyana wan di bin rîskê de ye û kelûpelên paqijiyê bi bihayek giran difiroşin girtiyan. Di raporê de hat gotin tevdîrên mesafeyê jî nayên girtin û vîrûsa koronayê girtiyan dixe bin talûkeyek mezin. Di raporê de hat gotin ku pirsgirêka ava nepaqij, bi kurmik û bêhna pîs didome û bi heman avê xwarin çêdikin û kurmik di xwarinê de derketine û ji bo tenduristiya girtiyan divê demildest tevdîr werin girtin.

Her wiha di raporê de hat xwestin ku lazim e girtiyên nexweş û extiyar jî demildest bên berdan. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar