Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cumartesi - 7 Haziran 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Avakirina eniyeke hevbeş a jinan ji her tiştî pêwîstir e

Ji Fermandarên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah diyar kir ku avakirina eniyeke hevbeş ya jinan ji her tiştî pêwîstir e û wiha got: “Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû Sûriyeyê jî di hemû qadên siyasî, civakî û xweparastin de pêwîstî bi rêxistinkirineke hevbeş heye.”


Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî jina bi hêz çeka herî mezin a parastinê ye” de Komxebata 2ˈyemîn a Jin û Parastin a Rojhilata Navîn di 25’ê mijdarê de li dar xistibû. Der barê girîngiya komxebatê û encamên wê de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah ji ANHA`yê re axivî.

Nesrîn Ebdullah di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dema lidarxistina komxebatê û got: “Lidarxistina komxebatê di pêvajoyeke wiha de ku giraniya şerê cîhanê yê sêyemîn li ser Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê ye gelekî girîng e. Encamên ku derdikevin pêş di serî de li ser jinan qirkirina nasname, xwebûn û çandan tê meşandin. Li hemberî van şer û siyasetan jî avakirina eniyeke hevbeş a jinan ji her tiştî pêwîstir e.”

Nesrîn Ebdullah der barê 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de jî ev nirxandin kir: “Niha bi sedan jin li Îranê li ber benê darvekirinê ne, bi hezaran jin di zindanên dewleta tirk de ne, li Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê jî ew qas êrîşên giran têne kirin û rojane jin û zarok têne qetilkirin. Em qebûl nakin ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan rojek tenê be. Divê Her roj û kêlî wê ji bo me têkoşîn bin.”

Nesrîn Ebdullah destnîşan kir ku heke jin bi xwe hêza xwe ava neke, xwe birêxistin neke û ji bo xwe nexşerêyekê çêneke wê zilam bi zîhniyeta xwe nexşereyên bi xefk ji jinan re deyne. Nesrîn got “Zilam ji bo ku jinan bikşînin van xefikan û enerjiya wan bixin xizmeta pergala xwe gelek siyasetan dikin. Ji bo wê divê jin hişyar bin.”

Fermandara YPJˈê Nesrîn Ebdullah bal kişand ser jinên li Sûriyeyê û diyar kir ku jinên li Sûriyeyê li welatekî ne ku şer lê heye û mafên wan tên binpêkirin, welat tê dagirkirin û civak tê tunekirin û wiha domand “Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû Sûriyeyê jî di hemû qadên siyasî, civakî û xweparastin de pêwîstî bi rêxistinkirineke hevbeş heye. Divê jinên li Sûriyeyê bi yek dengî û helwestî sûriyeyîbûna xwe bidin nîşandan, li hemberî dagirkerî, bindestî û koletiyê derkevin.”

Nesrîn Ebdullah da zanîn ku komxebat bi armanca pêşxistina siyaseteke hevbeş, stratejiyên hevbeş û xweparastineke hevbeş û ji bo derxistin plansaziyên nû û peydakirina nexşerêyên nû hat lidarxistin û ev nirxandin kir “Kombûna ku di hundirê komxebatê de çêbû weke nimûneyeke ji bo nûnertiyê hemû pêkhateyên kurd, ereb, suryan-aşûr û ermenên li Rojhilata Navîn e. Hemû pêşinyarên derketin ji bo berjewendiyên jin û pêşxistina siyaseta xweparastinê û ji bo rêvekirineke nû ye.”

Nesrîn Ebdullah bang li hemû jinên li Rojhilata Navîn kir ku bi yek dengî, helwesteke hevbeş, rihek hevbeş û rêxistinbûyîneke hevbeş di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî jina bi hêz çeka herî mezin a parastinê ye” tevbigerin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar