Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Avaşîn di nava şoreşê de mezin û xweşik bû

Malbata şehîda YPJ’ê Irûba El Keno diyar kir ku Irûba ji bo pêkhateyên Ereb ji feraseta zilamperest rizgar bike tevlî YPJ’ê bû ê wiha gotin: “Dema ku min rûyê wê dît, gelek hatibû guhertin. Mezin û ewqas jî xweşik bibû. Em bi Irûba serbilind in.”

Li aliyek êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li aliyê din jî berxwedana li hember van êrîşan berdewam dike. Her roj çîrokên nû ji eniyên şer tên bihîstin. Çîrokên jinên ji pêkhateyên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pênûsên jinan yek bi yek tên nivîsandin û dikevin nav rûpelên dîrokê. Yek ji wan çîrokan jî, çîroka şervana YPJ’ê Irûba El Keno (Avaşîn Ristem Cûdî) ya Ereb e.

Irûba, di 19’ê Kanûnê de di encama êrîşa dewleta Tirk a li Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Irûba, ji ajansa me re behsa jiyana wê kir. Malbatê diyar kir Irûba ji bo ku feraseta zilamperest ji nava civaka pêkhateyên Ereb rake û jiyaneke demokratîk ava bike û jiyaneke demokratîk ava bike tevlî nav Yekîniyên Parastina Jin YPJ’e bû. Dayika wê Foza Salih û xwişka wê Fatme El-Keno, têkildarî jiyan û kesayeta wê axivîn.

Dayika Irûba El-Keno (Avaşîn) Foza Salih têkildarî kesayet û jiyana wê got ku “Ez bi şehadeta keça xwe serbilind im. Keça min di riya azadiyê de şehîd ket. Irûba di mal de pir dilnizm bû. Ji her kesê li derdora xwe hez dikir, bi piranî jî ji xwişk û birayên xwe pir hez dikir. Carna di malê de bavê wê li ser birayê wê qîr dikir, Irûba pişta birayên xwe bernedida. Pir hestyar bû jî. Dema ku me jê re tiştek bigota, bi hestyarî nêzî me dibû. Çûyîna Irûba, pişta min şikand. Irûba ji bo ku pêkhateyên ereb ji feraseta zilamperest rizgar bike tevlî Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê bû. Her tim wê ji azadiyê hez dikir û li gel me pêkhateyên Ereb, tiştekî bi navê azadiyê tunebû. Bi çûyîna Irûba re em hemû hişyar bûn.”

Foza Salih anî ziman ku şehadeta keça wê pir giran bûye, heta hê jî bawer nake ku keça wê şehîd ketiye. Foza Salih wiha got: “Ez li mala bavê xwe bûm, dema heval hatin şehadeta wê îlan kirin, min bawer nedikir ku şehîd ketiye. Min xwest ku cenazayê wê bibînim. Tenê rûyê wê nîşanî min dan. Dema ku min rûyê wê dît, gelek hatibû guhertin. Mezin û ewqas jî xweşik bibû. Ez dîsa dibêjim bi şehadeta keça xwe serbilind im û şehadeta wê li tevahî hevalên wê û gel pîroz dikim.”

Xwişka Irûba El-Keno (Avaşîn) Fatimê El-Keno jî behsa danûstandina wê ya bi xwişk û birayên xwe re kir. Fatimê wiha got: “Têkiliya di navbera min û wê de pir xurt bû. Me gelekî ji hev hezdikir. Tu carî dilê kesî ji xwe nedihişt. Ji her kesê li derdora xwe hezdikir û xweşî ji her kesî re dixwest. Di carekê de got ez ê tevlî nav YPJ’ê bibim lê me bawer nekir. Dema ku me bihîst tevlî YPJ’ê bûye, em pê pir serbilind bûn. Şehadeta wê bi me pir giran bû, ez pir bi şehadeta wê êşiyam. Lê bi qasî ku em êşiyan, em serbilind jî bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar