Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Azadî bi destê jinên kurd pêk hat

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah li bajarê Kîel ê Almanyayê di panelekê de axivî û wiha got: “Azadiya li Rojava bi destê jinê hat bidestxistin.“

Li bajarê Kîel ê Almanyayê bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ panelek hat lidarxistin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah û Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç tevlî panelê bûn.

Di panelê de Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah axivî û der barê rewşa dawî ya Rojava de agahî da. Abdullah anî ziman ku azadiya li Rojava bi destê jinên kurd hatiye bidestxistin û wiha got: “Bi vê hişmendiyê em minetdarê jinên kurd in. Em bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bûn û karên serkeftî bi dest dixin.“

Abdullah da zanîn ku li jinên kurd li Rojava xwe birêxistin kirin û bi ser ketin. Abdullah destnîşan kir  ku li Rojava jinên ku li dijî desthilatdariya mêr a cîhanê li ber xwe dane hene û wiha pêde çû: “ Pergalên cihanê bi awayekî bêperwa li ser bedena jinê xwe didin meşandin. Li Rojava me ev yek hilweşand û me xwe parast. Jinan li Rojava qanûna xwe ya jiyanê ava kirin.”

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Rojava jî axivî û diyar kir ku êrîşên Tirkiye û çeteyên wê jî mîna êrîşên DAIŞ’ê ne.

Panel bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar