Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê rêya demokratîkbûnê veke

Francesca Baruffaldi ku ji bo bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê da û wiha got: “Ez ji aştiya di navbera gelan de bawer dikim. Serbest berdana Rêberê Gelê Kurd wê hem ji bo pirsgirêka Kurd hem jî ji bo demokratîkbûnê bibe gava yekemîn."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê bi din tecrîda mutleq de tê girtin. Dostên Kurdan ji b şikandina tecrîda mutleq û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava liv û tevgerê de ne. Nivîskar û akademîsyenên xwediyê Xelata Nobelê jî di nav de gelek kes ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kampanyayên cuda dan destpêkirin û serlêdan kirin. Di 3’yê Kanûna 2024’an de heyeteke navneteweyî bi daxwaza hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin serî li Wezareta Dadê ya Tirk da. Di nav serlêderan de Francesca Baruffaldi, li ser navê Konfederasyona Kedê ya Îtalyayê La Confederazione Generale Italiana del Lavoro (CGIL Lombardia) jî hebû.

Francesca Baruffaldi geşedanên dawî nirxandin. Francesca Baruffaldi diyar kir ku rewşa siyasî aloz e û got: “Ez bawer dikim ku pozîsyonên nû yên ku Ocalan arasteyî hikûmeta tirk kirin û tiştên di warê aştiyê de gotin, şerê li Xeze û Lubnanê û di çarçoveya şoreşa Sûriyeyê de nirxandina wan senaryoyeke pir zehmet e. Tirkiye ku di nava van hemû sînoran de cih digire, divê bi Kurdan û serokê wê yê ku bi salan e bi neheqî hatiye girtin, li hev bike. Senaryoya navneteweyî di seranserê salê de bi lez guherî, ne tenê li Rojhilata Navîn, li seranserê cîhanê. Peyamên Ocalan ji bo aştiya herêmê û cîhanê gelek girîng in. Senaryoya şer a ku Îsraîl dimeşîne dibe ku gelek şerên nû bi xwe re bîne. Bêguman Tirkiye roleke sereke dilîze. Destê ku Ocalan wê dirêjî hikûmeta Tirkiyeyê bike, di warê peyama aştiyê ya ji bo hemû gelan de gelekî girîng e.”

Francesca Baruffaldi: “Ez bi aştiya di navbera gelan de bawer im. Baweriya min bi aştiya di navbera gelan de heye. Serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo demokratîkbûnê wê bibe nîşaneyeke girîng. Lê li gorî min hêzên navneteweyî wekî temaşevanan tevdigerin an jî bi pevçûnên din re eleqedar dibin. Ev xemsarî cinawirên nû diafirîne. Ez wekî welatiyekî Ewropayê ji ber komkujiya li Rojhilata Navînê ya li dijî sivîlan xemgîn im. Ez ji ber bêdengiya saziyên Ewropayê matmayî me. Dibe ku piştî serdana şandeya DEM Partiyê ya 28’ê Kanûnê, tiştek derkeve holê.”

Francesca Baruffaldi bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku gengeşeyên çareseriyê didomin û wiha bi dawî kir: “Tirkiye ji bo her du maseyan jî dilîze. Divê demildest bomberdûman û qirkirina li ser gelan rawestîne. Em banga aştiya lezgîn dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar