Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Azadiya Rêber Apo ji bo çareseriyê gelekî girîng e

Serokê Konsfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ji tevahiya însiyatîfên şoreşger û pêşverû re bûye çavkaniya sûdwergirtinê û got, "Azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Fikrê Abdullah Ocalan li cîhanê çavkaniya sûdwergirtinê ye."

Serokê Konfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott bersiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy ê ji Medya Haberê bersivand. Arnott xwediyên xelata Nobelê silav kir ku li ber tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabûn û xwest, tecrîda li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe û got, “Ji bo misogeriya aştiyê, azadiya Abdullah Ocalan şert e.”

Arnott got, “Ev kesayet gelekî girîng e, navên ku cîhanê ew pejirandine rabûn ser piyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin û xwestin, meseleya rejîma tirk bi hevdîtina bi PKK’ê re meseleya kurd çareser bike. 69 xwediyên xelata Nobelê jî bi rengekî rasteqînî û mantiqî zanin ku rûniştina li dora maseya diyalogê ya PKK û dewleta tirk bêyî Ocalan nabe. Haya wan ji nasname û rola bêhempa ya Ocalan heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bêyî misogerkirina azadiya Ocalan gaveke bi tenê jî nikare bê avêtin. Li dora maseyeke gengaz a diyalogê, Ocalan yekane nûnerê gelê Kurd e. Ocalan yekane kesayet e ku pêvajoyeke gengaz a aştiyê dibîne û ji bo karibe li dora vê maseyê rûnê divê tavilê bê berdan.”

Arnott wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li tevahiya cîhanê têkildarî rewşa Ocalan êdî mirov xwedî agahî ne. Haya her kesî ji qîmet û girîngiya rêbertiya wî heye. Paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ji tevahiya însiyatîfên şoreşger û pêşverû re bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Li tevahiya cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji polîtîkayên demokratîk, şoreşger û radîkal re. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd Ocalan kesayetê diyarker e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar