Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeka giran de derbas dibe’

Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo diyar kir ku berxwedana ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li di dijî çeteyan didin pîroz e û wiha got: “Niha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeka giran de derbas dibe. Em di bin her şert û mercê de bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne.”

Dewleta Tirk a dagiker bi çeteyên DAIŞ-El Qaîde-HTŞ’ê li ber çavên cîhanê êrîşî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi sed hezaran kes ji cih û warên wan dûr xistin û li ser sivîlan komkujiyan pêk tînin. Gelê Şengalê jî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo der barê kampanyaya alîkariyê ya ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin ji Ajansa Welat re axivî.

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo di destpêka axaftina xwe de got ku berxwedana ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li di dijî çeteyan didin pîroz e û ev tişt anî ziman: “Niha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeka giran de derbas dibe. Ji aliyeke ve êrîşên çeteyên paramîlîter ji aliyê din ve koçberî diqewime. Em wê zehmetiyan ku kesên neçarê koçberiyê bûne hîs dikin îro ji bo ku alîkarî bidin wan me dest bi kampanyayeke kir.”

Cîhan Celo anî anî ziman ku Şengal bi xwîna zarokên Rojava hat rizgarkirin û wiha domand: “Divê herkes alîkarî bide kesên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrîşan de ne. Bi kampanyaya ku me li Şengalê daye destpêkirin em hewl didin ku alîkariya betanî, balîf, doşek, pêwistiyên jin û zarokan bigihînin koçberan. Em dibêjin Şengal û Rojava yek in lê mixabin bi diwarê ku di navbera me de hatiye bicihkirin re têkiliya me hatiye qutkirin. Jixwe armanca vî diwarê ku ji aliyê PDK û dewleta Iraqê ve hat çêkirin jî ji hev qutkirina civakê bû. Her wiha bi vî diwarê hat xwestin ku civaka Êzidî tenê bê hiştin. Lê heke wî diwarê niha ne di navbera me de bûna wê Şengaliyan bi ruhê ku neteweya demokratîk daye avakirin, ji bo axa Rojava canê xwe jî feda bikira.”

Cîhan Celo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di bin her şert û mercê de bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne. Ji bo piştgiriya bi wan re çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘Iraq û PDKê bi diwaran hevgirtina me qût kir’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar