Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Newrozê re amade ye

Gelên Kurdistanê ji bo pîrozkirina Newrozê dadikevin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Cihên ku bi girseyî tê Newroz tê pîrozkirin Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bernameya Newroza 2024’an li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû. Pîrozbahiyên îsal wê bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bên lidarxistin. Pîrozbahiyên ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve tên orgenîzekirin, wê li 14 navenda were pîrozkirin.

Li gorî agahiyên însiyatîfê wê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Kobanê,  Minbic, Şehba û Helebê pîrozbahiyên navendî çêbibin.

Di çarçoveya amadekariyên pîrozbahiyan de li hemû navçe û bajaran pîrozbahiyên kolanan tên lidarxistin, qad û rêyên sereke bi rengên Newrozê tên xemilandin.

Li tevahiya herêman wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Newrozê hatine daliqandin.

Navendên Çand û Hunerê yên li bajaran jî amadekariyên muzîk, govend û şanoyê dikin.

Di nava civakê de jî coş û heyecana Newrozê zêde bûye, welatî cil û bergên xwe yên herêmî amade dikin.

Çav li rêye ku pîrozbahî ji her sal cudatir bi tevlêbûneke xurt pêk werin, li hemberî dagirkerî û komkujiyan peyamên têkoşîn û yekîtiyê werin dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar