Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Balafirên rejîm û Rûsyayê li artêşa tirk xist – Hat Nûkirin

Dewleta tirk a dagirker û komên wê yên çete serê vê sibehê li rojhilatê Idlibê û Helebê dest bi êrîşeke berfireh kirin. Piştî êrîşê ku dewleta tirk bi obus, tank û çekên giran piştgiriya wê kir, li herêmê şerekî dijwar rû da.

Hate ragihandin ku bi giranbûna şer re balafirên şer ên artêşên rûs û Sûriyeyê bombe li baregeha leşkerî ya Taftanazê ya li başûrê rojhilat ê Idlibê barandin. Têkildarî mijarê artêşa tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşê de 5 leşker hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Artêşa tirk ku ji destpêka meha sibatê ve herî kêm bi hezar û 480 wesayîtên leşkerî sewqiyat li Idlibê kir, beşeke girîng a vê hêzê li baregeha hewayî ya Taftanazê bi cih kiribû. Li aliyê din hatibû ragihandin ku artêşa tirk ji bo çeteyan ji operasyonên Rûsya û rejîmê biparêze, unîformayên artêşa tirk li wan kiribû.

Li herêmê bi çekên giran şer dewam dike. Balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê êrîşî bakur û rojavayê Helebê û başûrê rojhilat ê Idlibê dikin.

Tê payin ku rayedarên rûs û tirk îro li ser Idlibê cara duyemîn li Enqereyê hevdîtinan bikin. IDLIB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar