Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Banga beşdariya mitînga fînalê ya Amedê kirin

HDP mitînga herêma Amedê ya fînalê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar dixe. Namzetên Hevşaredariya HDP’ê banga beşdariya mitîngê kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de tê dawiya xebatên xwe. HDP mitînga fînalê ya herêma Amedê sibê saet di 11.00’an de li Qada Îstasyonê li dar dixe. Dê  Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP Mehmet Arslan û nûnerên partiyên kurd ên bi HDP’ê re tifaq pêk anîn dê biaxivin. Her wiha dê Koma Gulên Xerzan û hunermend Ayşenûr Kolîvar konserê bidin.

Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku ew hatin dawiya maratona hilbijartinê û wiha got: “Me di Newrozê de reng, ruh, coş û siberoja Amedê dît. Em hemû bi hev re ne. Dilê me hemûyan yek e. Bawerî û biryara me hemûyan yek û li holê ye. Di 29’ê adarê de em hemû bi hev re li qadan bêjin ‘Em li vir in.’ Amed wê carek din di mitînga 29’ê adarê de bejn û bala xwe bide nîşandan. Em ê xwe ji bo govenda 1’ê nîsanê amade bikin. Em hemû gelên xwe vedixwînin qada mitîngê.”

‘Em ruhê Newrozê beşdar bibin’

Namzetên HDP’ê yê Hevşaredariya Yenîheşîrê Îbrahîm Çîçek û Belgîn Dîken, Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut, Namzetên HDP’ê yên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr û Namzeta HDP’ê ya Peyasê Kezîban Yilmaz jî banga beşdariya mitîngê kirin û gotin ew li benda sed hezarane ku bi ruhê Newrozê beşdarî mitîngê bibin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar