Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

Banga lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta Tirk kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku komkujiya li dijî sivîlan bi destê dewleta Tirk a dagirker hatiye kirin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer û dijmirovahiyê dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn fikarên xwe ji êrişên zêde yên dewltea Tirk a dagirker li dijî herêmên niştecihan û hedefgirtina welatiyan anîn ziman û bi “gurkirina xeteriyê” bi nav kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên li dijî gundên Kobanê, bajarokê Zirganê û gundê Musterîha yê Eyn Îsayê de jin û zarok şehîd bûn. Her wiha piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji çeteyan re bi armanca têkbirina îstîqrarê û tirsê bixe nava welatiyan.

Di daxuyaniya hêzan de hat destnîşankirin ku çete bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker kiryarên terorane pêk tînin.

Di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî hat kirin ku bi lez tev bigerin û êrişên li dijî welatiyan bi dawî bikin û zextê li dagirkeriya Tirk bikin ku piştigiriya ji terorê re rawestîne.

Her wiha bang hat kirin ku li dijî van binpêkirinan helwesteke cidî nîşan bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar